Fransa: Em ji bo diyaloga di navbera Sam û Rojavayê Kurdistanê de navbeynkariyê dikin

Dîroka Weşanê :
Fransa: Em ji bo diyaloga di navbera Sam û Rojavayê Kurdistanê de navbeynkariyê dikin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Fransayê di salvegera guherîna desthilata li Sûriyeyê de daxuyaniyeke girîng belav kir û helwêsta xwe ya nû eşkere kir. Fransayê ragihand ku ew bi awayekî çalak hewl didin diyaloga di navbera hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û hevkarên xwre yên li Rojavayê Kurdistanê de hêsan bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fransa piştgiriya pêvajoyeke demkî ya aştiyane dike ku mafên hemû pêkhateyan biparêze.

Helwêsta li hember komkujiyan
Fransayê her wiha bal kişand ser bûyerên tundiyê yên sala 2025an û komkujiyên ku li herêma beravên Sûriyeyê û Siwêdayê li ser esasê mezhebî hatine kirin, bi tundî şermezar kirin. Wezaretê soza da ku ji bo van tawanan "bêcezatî" nayê qebûlkirin û ew dê piştgiriya lêpirsînên serbixwe dikin.