Heyeta DEM Partîyê seredana AKPê kir

Dîroka Weşanê :
Heyeta DEM Partîyê seredana AKPê kir

PeyamaKurd – Parlementerên DEM Partiyê Pervin Buldan û Mithat Sancar, parêzer Faik Özgür Erol, li meclisa Tirkiyê grûba AKPê ziyaret kir û dan û sitendina ramanan kirin. Piştî hevdîtinê gihan wê encamê ku pêwistiya aştiyê bi bingehekî hûqûq ê heye.

Pêşwaziya heyeta DEM Partiyê ji aliyê serokê grûba AKPê Abdullah Güler, wekîlê serokê AKPê Efkan Ala û berdevkê AKPê Ömer Çelik de hat kirin. Hevdîtin 1 seet û 40 deqe dewam kir. Abdullah Güler li ser hevdîtinê got:

“Sipasiya hêja wekîla seroka meclisa me Pervin Xanimê, Mithat beg û Özgür beg dikim. Di nav vê heftê de partiyên me raporên xebatên xwe pêşkeşî me kirin. Me jî da serokê miclisê. Mi di vê çarçovê de raveyên fireh kirin û me dan û sitendina ramanan kir. Di pêş de em ê daxwuyaniyên berfireh bidin.

Parvin Buldan jî sipasiya heyeta AKPê kir û got:

“Hevdîtinekî baş û feda wê hebûn. Me li ser pêvajoya aştiyê ya salekiye dewam dike bi her awayî am axifîn, me pêşniyarên xwe ragihand. Heyeta AKPê jî fikrên xwe aşkera û samîmî gotin. Lewra em ketine pêvajoya ku zemînekî hûqûqî jê re amade bikin. Aştî bê hûqûq nabe.

Em bûn hemfikir ku her wext li hev bicivin û dan û sitendina ramanan bikin.”

Mithat Sancar jî ragihand ku wê hevdîtinên wan bi partiyan re, bi serokê meclisê û paşî bi serokkomar Erdoğan re dê bibe.