PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniyên dawî yên Gabriel Soma, Endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Washington helwêsteke tund li hember komên çekdar ên li Iraqê nîşan dide. Soma di daxuyaniya xwe ya ji bo Kurdistan24ê de tekez kir ku rêveberiya Amerîkayê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku dawî li çekdariya milîsan bîne.
Soma diyar kir ku eger ev kom neyên bêçekkirin, dibe ku DYA serî li rêbazên tund bide û got:
Dibe ku em mîna modela Lubnanê ya li dijî Hizbullahê, cezayan li ser Iraqê jî ferz bikin da ku zextê li wan bikin."
Di berdewamiyê de, şêwirmendê Trump diyar kir ku armanca wan parastina welatiyên Iraqê ye û got ku Mark Savaya (Nûnerê Taybet ê Trump) bi desthilata tam a Trump tevdigere. Amerîka amade ye alîkariya Iraqê bike, lê bi şertê ku dewlet rola xwe di kontrolkirina çekan de bilîze.