PeyamaKurd- Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtîyên girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye avakirin, vê hefteyê jî derbarê rewşa darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de amarên nû belav kirin.
Li gorî kampanyayê ji serê sala 2025an û vir ve hezar û 313 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku cezayê darvekirinê bi ser girtiyê siyasî Reza Ebdal hatiye sepandin. Li gorî kampanyayê girtiyên bi navê Îhsan Efrişte û Mehdî Ferîd jî girtîgeha Evîn ji bo cihek nediyar hatiye veguhestin û metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser wan heye.
Herwiha hate diyarkirin ku rejîma Îranê cezayên darvekirinê zêde kiriye û hewl dide hemû dengên azad qut bike.