Iraqê ji bo Kurdên Helebê hişyarî da: "Metirsiya qirkirineke nû heye"

Dîroka Weşanê :
Iraqê ji bo Kurdên Helebê hişyarî da: "Metirsiya qirkirineke nû heye"

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo Karûbarên Êzidiyan, Xelef Sincarî, nîgeraniya xwe ya kûr derbarê êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û

Eşrefiyeyê yên Helebê anî ziman. Sincarî hişyarî da ku ev geşedan dikarin rê li ber "karesateke nû ya qirkirinê" û vegera terorîzmê vekin. Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi hevtayê xwe yê Siûdî re peywendiyek telefonî pêk anî û daxwaz kir ku şer raweste.

Iraq hişyarî dide ku koçberbûna bi hezaran Kurdan dê bandoreke rasterast li ser ewlehiya Iraqê jî bike.