PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan amadekariyên xwe yên leşkerî ji bo pevçûneke muhtemel a bi Îranê re gihandine asta herî bilind. Li gorî nirxandinên saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê, Îran bilez cebilxaneya xwe ya mûşekên balîstîk nû dike û platformên nû yên avêtina mûşekan diceribîne. Rayedarên Îsraîlî hişyariyê didin ku dibe ku Tehran ji bo veşartina qeyranên xwe yên navxweyî û bidûrxistina bala raya giştî, bi rêya dron an mûşekan êrîşeke provokatîf pêk bîne.
Rêveberê Mossadê David Barnea destnîşan kir ku tevî hemû zext û xesarên li bernameya nukleerî ya Îranê ketine, armancên atomî yên Tehranê hîn jî wekî gefeke sereke li ser maseyê ne. Barnea tekez kir ku şerê dawî yê 12 rojî yê di navbera her du dewletan de ev metirsî ji holê ranekiriye û divê Îsraîl li hemberî her cure geşedanan di amadebaşiyê de be.
Li aliyê din, ji Tehranê bersiveke tund hat. Serokê Parlamendoya Îranê Mihemed Baqir Xelîbaf hişyarî da ku eger Amerîka li pişt êrîşekê bibe, dê hemû baregeh û hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn ji bo wan bibin "armancên rewa". Xelîbaf her wiha îdîa kir ku îstîxbaratên biyanî hewl didin xwepêşandanan bi şerekî çekdarî ve bibin, lê ew ê di vê hewildana xwe de bi ser nekevin.