PeyamaKurd – Li bajarokê Magdal li çola Siwêdayê, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê êrîşî Hêzên Parastina Neteweyî yên Siwêdayê kirin. Di êrîşê de du sivîl birîndar bûn.
Komên Durziyan ku wekî Hêzên Parastina Neteweyî têne zanîn, diyar kirin ku wan bersiv dane.
Ajansa nûçeyan a SANA ya hikûmeta Sûriyê piştrast kir ku komên "bê dîsîplîn" ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê hewl dan ku bi çekên giran, hawan û dronan bikevin bajarokê Magdal li çola Siwêdayê.
Medyaya girêdayî Hêzên Parastina Neteweyî ragihand ku li eniya Magdalê pevçûnên dijwar derketine ji ber ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz hewl dan ku bikevin herêmê û ji bo xurtkirina parastina xwe daxwaza piştgirîyê kirin.
Di pevçûnan de dron û çekên giran hatin bikaranîn.
Wekî din, hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê ji çeperên xwe yên li Tel Hedîd, li rojavayê Siwêdayê, li ser rêya Siwêdayê-Taîla, herêm bi çekên giran topbaran kirin.