Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo nîqaskirina Iraqê dicive

Dîroka Weşanê :
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo nîqaskirina Iraqê dicive

PeyamaKurd – Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de ragihand ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî wê îro saet 6:00 êvarê bi dema Bexdayê bicive da ku rewşa Iraqê nîqaş bike.

Di destpêka civînê de, tê payîn ku Mihemed Hesen li ser pêşketinên li Iraqê biaxive.

Civîn piştî hedefgirtina bi droneyan a qada gazê ya Kor Mor li Çemçemalê di roja Çarşemê 26ê Mijdara 2025an de tê lidarxistin. Piştî êrîşê hilberîna gazê li qadê rawestiya.

Di daxuyaniyekê de ku di 26ê Mijdarê de derbarê êrîşa li ser qada gazê ya Kor Mor de hat weşandin, UNAMI diyar kir ku êrîşa li ser Kor Mor ne tenê zirarê da berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi tevahî, lê di heman demê de peyamek rasterast û neyînî û xeternak ji bo têgeha federalîzmê li welêt şand.