PeyamaKurd – Rûsyayê ji bo parastina tankera petrolê ya bi navê "Marinera", ku Amerîka dixwaze bi hinceta "binpêkirina cezayan" desteser bike, keştiyên şer û binavî şandin Okyanûsa Atlantîkê.
Piştî ku ekîba tankerê ala Rûsyayê lê xist û keştî li Moskowê hat qeydkirin, Kremlînê hişyarî da Washingtonê ku destwerdanê neke.
Pispor hişyar dikin ku ev krîza li ser tankerê, ku ber bi Rûsyayê ve diçe, dikare bibe sedema rûbirûbûneke leşkerî di navbera her du welatan de.