PeyamaKurd – Aqûbeta Serokê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko yê ku di 28ê Mijdarê de ji bo serdaneke fermî çûbû Omanê, bûye mijara nîqaş û gumanên mezin. Ev 4 roj in tu daxuyanî ji wî nayê û serdan ji tomarên fermî yên her du welatan hatiye jêbirin.
Bêdengiya kûr û protokola kêmasiyê
Medyaya dewletê ya Belarûsê serdan wekî "serdaneke xebatê" ragihandibû, lê piştî ku balafira wî li Muscatê daket, pêwendî qut bû. Mixalefeta Belarûsê balê dikşîne ser wê yekê ku Lûkaşenko li Omanê ne ji aliyê Siltan an rayedarên payebilind ve, lê ji aliyê Serokê Desteya Veberhênanê ve wekî "dîplomatekî asayî" hatiye pêşwazîkirin. Pavel Latûşka yê ji opozîsyonê diyar kir ku nebûna pasvanên rûmetê û şandeya xermî nîşan dide ku ev ne serdaneke dewletê ya asayî ye.
Di nava raya giştî ya Belarûsê de gotegotên wekî "Lûkaşenko miriye" yan "hatiye revandin" belav bûne, lê heta niha Mînsk û Muscat bêdengiya xwe diparêzin.