PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarê Humsê, komeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê mezargeha Şêx Hemîd Ehmed Bin Beta El Şamî ya li herêma Mexrem a rojhilatê Humsê şewitand.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, bi fermana berpirsê leşkerî yê herêmê yê bi navê Ebû Mariya mezargeh hatiye şewitandin. Piştî ew kom ji benda kontrolê ya Şêx Hemîd û ji bendeke din li Cib Ebas ên li rojhilatê Humsê vekişiyan mezargeh şewitandin.
Hate diyarkirin ku xelkê li hember vê bûyerê nerazîbûn nîşan daye û ev kiryar wekî kiryareke dubare ya bi armanca hedefgirtina mezargehên olî, bi taybet ên girêdayî mezheba Elewî ye.
Xelkê herêmê vê kiryarê wekî binpêkirina eşkere ya mafên azadiya baweriyên olî, binpêkirina hurmeta li cih û mezargehên olî û dijî pîvan û peymanên navneteweyî nîşan dide.