PeyamaKurd – Li bajarê Helebê di wexta li avahiya parêzgeha Helebê de civîna çapemeniyê hebû, bi İHAyê li avahiyê xistin.
Li gor çapemeniya Sûriyê; wezîrê enformasyonê yê Sûriyê Hamza Mustafa, wezîrê karên civakî û xebatê Hind Kabawat û parêzgerê Helebê Azzam el-Xarib di avahiyê de civîna çapemeniyê dikirin û bi İHAyê li avahiyê xistine.
İHA li avahiya parêzgehê ketiye, teqîn çêbûye lê di derbarê mirin û zerarê de ti agahî nehatiye dayîn.
Çapemeniya Tirkiyê dibêje ku HSDê li avahiyê xistiye lê heya niha HSD li ser mijarê ti agahî nedaye.