Li Hong Kongê sewata mezin: Hejmara mirî û birîndaran zêde dibe

Dîroka Weşanê :
Li Hong Kongê sewata mezin: Hejmara mirî û birîndaran zêde dibe

PeyamaKurd- Li herêma Tai Po ya Hong Kongê, di wargeheke ji 8 avahiyên bilind pêk tê de, îro 26ê Mijdarê şewateke mezin çêbû. Hat zanîn ku agirê piştî nîvro bi avahiyaekê ketiye û li 7 avahiyên din jî belav bûye ku hîn nehatiye kontrolkirin.

Li gorî agahiyên dawî di şewatê de heta niha herî kêm 13 kesan can daye û 15 kes jî birîndar bûne. Metirsî heye hejmara qurbaniya zêdetir bibe.

Hate zanîn ku agir li wargeha Wang Fuk Court derketiye ku 8 avahîyên bilind tê de cî digirin û hezar û 984 mal tê de hene. Di wan avahiyên ku nêzî 4 hezar kes tê de dijîn de agir derketiye û ji ber îskeleyên darîn ên derdora avahiyan şewat bilez belav bûye.