PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku Raîd El-Metnî, yek ji kesayetên olî yên civaka Durzî, li parêzgeha Siwêdayê hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya televîzyona fermî El-Îhbariya, El-Metnî ji aliyê grûpa çekdar a bi navê "Parêzvanên Neteweyî" ve hatiye kuştin. Tê îdiakirin ku ev grûp girêdayî rêberê rûhanî yê Durzî Hekmet El-Hicrî ye.
Çavkaniyên herêmî didin zanîn ku cenazeyê El-Metnî radestî Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêdayê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku El-Metnî du roj berê bi tohmeta "hevkariya bi hikûmeta Şamê re" hatibû girtin û dîmenên êşkencekirina wî li ser medyaya civakî belav bûbûn