PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Lubnanê Yûsif Rajî, vexwendina hevtayê xwe yê Îranî Ebas Araqçî ya ji bo serdana Tehranê bi fermî red kir. Rajî di bersiva xwe de ragihand ku ji ber "şert û mercên nebaş" ew nikare vê serdanê pêk bîne, lê deriyê diyalogê negirtiye.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî, Wezîrê Lubnanî diyar kir ku redkirina vê vexwendinê nayê wateya qutkirina têkiliyan. Wî pêşniyar kir ku ew û Araqçî dikarin li welatekî sêyemîn ê bêalî bicivin. Rajî tekez kir ku divê têkiliyên di navbera her du welatan de li ser bingeha rêzgirtina li serweriya hev, serxwebûna tam û destwerdanneirina di karûbarên navxweyî de bêne avakirin.
Di daxuyaniyê de xaleke girîng jî behsa desthilatdariya leşkerî bû. Rajî bi zelalî got ku divê Artêşa Neteweyî ya Lubnanê yekane hêz be ku biryara şer û aştiyê bide û kontrola çekan di destê wê de be. Tevî van mercan, wî got ku Araqçî her dem dikare serdana Lubnanê bike.
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî meha borî li ser Xê ragihandibû ku Îran destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Lubnanê de nake. Araqçî diyar kiribû ku pêwîstî bi welatekî sêyemîn nîne û hevtayê xwe vexwendibû Tehranê, lê ev daxwaz îro ji aliyê Bêrûdê ve hat redkirin.