Maduro banga astiyê kir

Dîroka Weşanê :
Maduro banga astiyê kir

PeyamaKurd – Serokê Venezuelayê, Nicolas Maduro, di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala CNNê peyameke rasterast ji Amerîkayê re şand û daxwaza aştiyê kir. Lêbelê, ev banga wî di demekê de hat ku li Washingtonê, vebijarkên destwerdana leşkerî ya li dijî hikûmeta wî bi awayekî cidî tên nîqaşkirin.

Peyama Maduro: "Erê ji bo aştiyê" 

Di axaftina xwe ya ji bo CNNê de, Maduro rasterast ji gelê Amerîkayê re peyivî û bang kir ku dawî li "şerên bêdawî" yên ku bi dehsalan e didomin, bê anîn. Wî tekez kir ku Venezuela naxwaze bibe qada şerekî nû û got,

"Êdî bes e ji şerên bêdawî û neheq re. Em naxwazin bibin Lîbyayeke nû an Afganistaneke nû."

Dema ku jê hat pirsîn ka çi peyamê dide Serokê Amerîkayê Donald Trump, Maduro bi kurtî bersiv da:

"Peyama min ev e: Erê ji bo aştiyê. Erê ji bo aştiyê."

Li aliyê din, hevdem li gel van daxuyaniyan, çavkaniyên leşkerî ji CBS Newsê re eşkere kirin ku karbidestên payebilind ên artêşa Amerîkayê plan û vebijarkên operasyonên leşkerî yên jinûvekirî pêşkêşî Serok Trump kirine. Di nav van planan de senaryoyên ku operasyonên bejayî yên sînordar jî dihewînin, hene.

Li gorî heman çavkaniyan, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Serokê Erkanê Giştî Gary Keane beşdarî civînên li Qesra Spî bûne ku tê de armancên leşkerî yên potansiyel û kapasîteya artêşa Amerîkayê ji bo pêkanîna êrîşên armanckirî hatine nirxandin.

Ji bo xurtkirina vê helwestê, koma êrîşê ya keştiya balafiran a USS Gerald Ford ketiye herêma di bin berpirsiyariya Fermandariya Başûr a Amerîkayê de. Li gel vê keştiyê, yekîneyên hêzên taybet, balafirên şer û keştiyên cengê jî li Deryaya Karayîban hatine bicihkirin. Erka sereke ya van hêzan çavdêrîkirina liv û tevgera leşkerî ya Venezuelayê û rêgirtina li trafîka deryayî ya neqanûnî ye.

Ev geşedanên dualî, aloziya di navbera her du welatan de kûrtir dike û nîşan dide ku her çend bi gotinî bangên aştiyê hebin jî, amadekariyên leşkerî li herêmê didomin.