PeyamaKurd – Serokê daîra enformasyonê ya serokkomariya Misrê Diya Reşwan li ser peymana navbera Îsraîlê û Misrê got ku peymana gazê ya bi Îsraîlê re mijarekî bazirganiye û ti aliyê wê yê siyasî nîne. Reşwan got ku bi Îsraîlê re bi salaye hevkarên hev yên bazirganîne.
Reşwan ragihand ku tewrê esasî yê di mijara Fîlîstînê de neguheriye, destekê didin çareseriya du dewletan û ev mafê Fîlîstîniyaye û red dikin ku wan ji ser axa wan rakirine.
Li ser peymana navbera her dû dewletan xeberên di medya û di ser platformên medya civakî de derketine, Reşwan got:
“Peymana ku li serê munaqeşe têkirin, bi temamî aboriye û li ser veberhênanêye, peymanekî bazirganiye û ti aliyê wê siyasî nîne.
Şîrketa Amerîkayê Chevron terefekî ji peymanêye, şîrketên li Misrê yên neqla gaza xwezayî dikin û yên bazirganiya wê dikin hene. Hukumeta Misrê ti têkiliya wê bi van peymanan re raste rast têkiliya wê nîne.”