Nûnerê Trump Witkoff: Ji bo pirsgirêka Ûkraynayê çareser bikin pêşdeçûn hene

Dîroka Weşanê :
Nûnerê Trump Witkoff: Ji bo pirsgirêka Ûkraynayê çareser bikin pêşdeçûn hene

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Trump Steve Witkoff, li Parîsê bi lîderên Ewrûpa û rayedarên Ûkraynayê re civiya û piştî civînê ragihand ku di mijarên garantiya ewlehiyê de û di plana refahê de, hem di gelek mijarên din de pêşdeçûn kirine û bi hêviye ku di wextekî nêz de pêşdeçûnên erênî bibin.

Witkoff, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Çarçova ewlehiya dualî û plana refahê di nav de, me di gelek mijaran de pêşdeçûnan kir. Dê hevdîtinên me dewam bikin. Me çarçova ewlehiyê jî danî.”

Di hevdîtinê de zavayê Trump Jared Kushner, ji artêşa DYAyê General Alex Grynkewich, balyozê DYAyê yê Parîsê Charles Kushner û şêwirmendê Koşka Sipî Josh Gruenbaum di heyeta DYA de bûn.

Ji koalîsyoan xwebexş endam, Zelenskiy û nûnerên Ûkrayna hebûne.