PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku plana 28 xalî ya ku ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve hatiye amadekirin, dikare ji bo bidawîanîna şerê Ûkraynayê bibe bingeha "aştiya dawî". Pûtîn di civîna Konseya Ewlekariyê ya li Moskowê de piştrast kir ku belge gihîştiye destê wan û diyar kir ku ev plan guhertoya pêşketî ya hevdîtinên wî yên bi Donald Trump re ye.
Li gorî planê, ji Ûkraynayê tê xwestin ku di destûra xwe de garantî bide ku nabe endamê NATOyê û artêşa xwe bi 600,000 leşkeran sînordar bike.
Li aliyê din, Serokê Ûkraynayê Zelenskî mikur hat ku ew di navbera "parastina rûmetê" û "windakirina piştgiriya Amerîkayê" de mane û li ser pêşniyareke alternatîf dixebitin. Dema ku Trump banga agirbesta lezgîn dike, welatên sereke yên Ewropayê yên wekî Almanya û Fransayê hişyarî dan ku divê biryarên li ser ewlehiya parzemînê bêyî şêwirmendiya bi wan re neyên girtin.