Papa Leoyê 14emîn li Beyrûdê banga Astiyê kir

Dîroka Weşanê :
Papa Leoyê 14emîn li Beyrûdê banga Astiyê kir

PeyamaKurd- Papa Leoyê 14emîn, di roja dawî ya seredana xwe ya Libnanê de, serdana Bendergeha Beyrûdê kir ku di sala 2020an de li wê derê teqînek mezin çêbûbû û bûbû sedema mirina zêdetirî 200 kesan. Papa, li bendergehê dua kir û paşê bi malbatên qurbanî û birîndaran re civiya.

Dûv re, li qeraxa Beyrûdê bi beşdariya 150 hezar kesan merasîmek olî birêve bir. Papa, bi zimanê Fransî axivî û banga aştiyê li Libnan û Rojhilata Navîn kir.

Papa wiha got: "Bedewiya Libnanê ji ber xizanî, êş û krîza aborî hatiye nixumandin. Libnan, rabe ser xwe! Bibe welatê edalet û biratiyê."

"Ji bo aştiyê, pêwîstiya Rojhilata Navîn bi nêzîkatiyên nû heye ku zîhniyeta tolhildanê û tundiyê red bike, lihevkirin û aştiyê bide destpêkirin."

"Divê em qebûl bikin ku têkoşîna çekdarî tu feydeyê nade. Çek kujer in, lê danûstandin, navbeynkarî û diyalog avaker in."

Papa, herwiha ji bo alozîyên li Gîne Bissau û qurbanîyên şewata li Hong Kongê jî dua kir.

Papa Leoyê 14emîn, piştî ayînê çû balafirgehê û vegeriya Vatîkanê. Libnan, welatê herî zêde Xirîstiyan lê dijîn li Rojhilata Navîn e.