PeyamaKurd – Parlamentoya Îranê, bi daxuyaniyeke tund hişyarî da ku her cure êrîş an hedefgirtina Rêberê Bilind Elî Xameneyî dê wekî "îlankirina şer" were hesibandin.
Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya parlamentoyê ragihand ku di rewşeke wisa de, dê fetwaya "cîhadê" ji aliyê alimên olî ve were dayîn û leşkerên Îslamî dê bersiveke tund bidin.
Ev daxuyaniya Îranê piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îşaret bi guherîna desthilatê li Tehranê kiribû. Di heman demê de, pêla girtinê li hundirê welat dijwartir bûye; li Tehran û Îsfahanê bi dehan kafe hatin girtin û mal û milkên 25 lîstikvan û werzişvanên navdar bi tawanbariya "teşwîqkirina serhildanê" hatin desteserkirin.
Li aliyê din, Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber xirabûna rewşa mafên mirovan, ew ê roja înê civîneke awarte pêk bînin.