PeyamaKurd – Siyasetmedar û dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith piştgiriya xwe ji bo şertên ku Serok Mesûd Barzani ji bo avakirina hikûmeteke nû ya Iraqê danîne nîşan da û diyar kir ku divê Bexda pabendî destûrê be.
Di daxuyaniyekê de ji bo K24 roja Yekşemê, 30ê Mijdara 2025an, Peter Galbraith got, "Divê rêveberiya niha ya Amerîkayê bicîhanîna destûrê ji bo Iraqê bike şertek."
Galbraith bi îşaretkirina daxuyaniyên Serok Barzani yên derbarê bicîhanîna destûrê ji aliyê Iraqê ve, diyar kir ku peyama Serok Barzani zelal û girîng bû û wî ev yek ji bo avakirina hikûmeta Iraqê kiriye şertek.
Galbraith tekez kir ku bêyî rêkeftinekê bi Kurdan re li Iraqê ti hikûmetek nayê avakirin û li ser şertên Amerîkayê ji bo avakirina hikûmeta Iraqê wiha şîrove kir:
"Amerîka dixwaze ku hikûmeta Iraqê ya bê ji destwerdanê azad be. Ji ber vê yekê, ew nahêle ku komên çekdar ên neqanûnî beşdarî hikûmetê bibin."
Derbarê têkiliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de, Peter Galbraith got, "Têkiliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê vedigerin sala 1991an. Kurd her tim yek ji hevalbendên baş ên Amerîkayê bûne."