PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro 14ê Mijdarê ragihand ku hêzên wan bajarokên Orestopol ê kantona Dnipropetrovsk û Rog ê Komara Donetskê kontrol kirine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a TASS’ê ya Rûsî, komek leşkerên deryayî yên Ukraynî piştî ku ji çeperên xwe yên li bajarê Dmitrov reviyane, radestî hêzên Rûsyayê bûne.
Herwiha hatiye ragihandin ku bi hezaran leşkerîn Ukraynî jî li devera Dmitrovê asê mane ku yan wê xwe radest bikin yan jî bên kuştin.
Li gorî TASSê, ’’leşkerên xwe radest kirine, girêdayî Lîwaya 38’emîn in, beriya 2 mehan bi zorê hatine seferberkirin û demek berê biryara teslîmbûnê dane, lê li benda kêliya herî ewle ne.’’