Rûsya xwest ku DYA Maduro û hevjîna wî serbest berde

Dîroka Weşanê :
Rûsya xwest ku DYA Maduro û hevjîna wî serbest berde

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ji Amerîkayê xwest ku serokê Venezuelayê Maduro û hevjîna wî serbest berde. Wezaretê êrîşa DYAyê ya ser Venezuelayê şermezar kir û xwest di rêya diyalogê de çareseriyan bikin. Wezaretê weha got:

“Em dixwazin rêvebiriya Amerîka tewrê xwe yê niha di ber çav de derbas bike û serokê Venezuelayê ku di rêya rewa de hatiye hilbijartin û desthilate, ew û hem jina wî serbest berde.”

Wezaretê di daxwuyaniya xwe ya ewilî de xwestibû ku rewşa Maduro û hevjîna wî aşkera bikin û operasyona ser Maduro bi tundî şermezar kiribû.