PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro 2yê Kanûnê ragihand ku hêzên wan bajarokên Zeleny Gai û Dobropolye yên herêma Zaporizhzhia kontrol kirine.
Wezaretê ragihand ku li eniyên rojhilat û başûr pevçûn berdewam dikin.
Li gorî medyaya Rûsyayê, berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov da xuyakirin, wê serok Vladimîr Pûtîn û nûnerê Amerîka yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff encamên hevdîtinên Washingtonê bi Kîevê re û pêşniyarên serokê DYAyê Donald Trump ên ji bo bidawîanîna şer nîqaş bike.
Herwiha diyar kir ku Moskow ji bo diyalogê vekirî ye, bi şertê ku armancên operasyona wê ya leşkerî werin bidestxistin.