Reutersê eskere kir: Trump hefteyek dem daye Maduro ku welêt biterikîne

Dîroka Weşanê :
Reutersê eskere kir: Trump hefteyek dem daye Maduro ku welêt biterikîne

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê hûrgiliyên pêwendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro de eşkere kir.

Li gorî çar çavkaniyên agahdar, Trump di 21ê Mijdarê de ji Maduro re gotiye: "Hefteyek dem heye ku hûn û malbata xwe welêt biterikînin û biçin cihekî ku hûn dixwazin." Vê maweyê roja Înê (28ê Mijdarê) dawî lê hatiye.

Şertên Maduro û redkirina Trump

Maduro amadebûna xwe ya derketinê nîşan daye, lê çend şert danîne:

  1. Efûyeke giştî û rakirina hemû cezayên Amerîkayê.
  2. Girtina dosyaya wî ya li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.
  3.  Radestkirina desthilatê bo Cîgira Serok Delcy Rodriguezê heta hilbijartinan.

Lêbelê, tê ragihandin ku Trump piraniya van daxwazan red kiriye. Piştî vê yekê, tansiyon zêde bûye û Trump qada hewayî ya Venezuelayê wekî "herêma girtî" ragihandiye.