Rewsa Raporên Komîsyonê: DEM û MHPyê da, dora CHP û AK Partiyê ye

Dîroka Weşanê :
Rewsa Raporên Komîsyonê: DEM û MHPyê da, dora CHP û AK Partiyê ye

PeyamaKurd – "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî ya Meclisa Tirkiyeyê", ji bo amadekirina rapora xwe ya dawî li benda temambûna nêrînên partiyan e.

Heta niha Partiya DEM, MHP, DSP û EMEPê raporên xwe radestî Serokatiya Meclisê kirine. Tê payîn ku CHP, Partiya Yeniden Refah û Koma Rêya Nû ya ku ji partiyên Saadet, Gelecek û DEVAyê pêk tê jî roja Duşemê raporên xwe pêşkêş bikin.

Li aliyê din, AK Partî dê rapora xwe pêşî pêşkêşî Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bike û piştî erêkirinê radest bike.

Armanca serekî ew e ku piştî berhevkirina hemû raporan, metna dawî ya hevbeş heta dawiya vê mehê were amadekirin.