Sûriyê fetwa da: Li gor serî’etê; dikarin di koalisyona li hemberê ISIDê de cîh bigrin

Dîroka Weşanê :
Sûriyê fetwa da: Li gor serî’etê; dikarin di koalisyona li hemberê ISIDê de cîh bigrin

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Sûriyê Mazhar el Weys ragihand ku Sûriye dikare tevlî koalisyona li hemberê DEAŞê bibe û got:

“Tevlîbûna Sûriyê ya nav koalîsyonê li gor Şerîetê ye û bi desthilata dewletê re li hev dike.”

El Weys, di ser hesabê xwe yê Telegramê de got ku rexneyên di demên dawiyê de yên ji bo tevlîbûna koalîosyona li hemberê DEAŞê tên kirin, bê eslin û bêdengiya wan bi şaşî tê şirovekirin. El Weys got:

“Bêdengiya me ne ji aciziyêye ji hîkmetê ye. Eger pêwist be, ji bo heq û batil ji hev veqetînin, mirov biaxife wecîba dînî ye. Şerîet li levza narêne li armanc û vateyan dinêre. Koordînasyonên di berjewendiya Mislimanan de be, rewaye. Hevkariya em îro dikin ne leşkerî an teslimiyete lê parvekirina agahiyan û ya ewlehiyê ye.”