PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku hikûmeta demkî ya Şamê lihevkirina berfireh a bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re piştrast kiriye.
Çavkaniyekî hikûmî diyar kir ku li gorî vê peymanê, hemû çalakiyên leşkerî hatine rawestandin û qonaxa "entegrasyona gav bi gav" a saziyên leşkerî û îdarî dest pê kir.
Li gorî hûrgiliyên peymanê, hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê dê derbasî navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê bibin da ku aramiya herêmê biparêzin.
Di warê leşkerî de, dê firqeyeke taybet ji sê tugayên HSDyê were avakirin û hêzên li Kobaniyê jî wekî tûgayeke ser bi parêzgeha Helebê werin birêxistin kirin.
Her wiha, saziyên Rêveberiya Xweser dê bi saziyên dewletê re bibin yek û mafên sivîl û perwerdehiyê yên civaka Kurd werin mîsogerkirin.
Armanca dawî ya vê rêkeftinê xurtkirina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û ji nû ve avakirina welat hatiye pênasekirin.