Sandeya DEMê peyama Ocalan belav kir: Armanc avakirina Komara Demokratîk e

Dîroka Weşanê :
Sandeya DEMê peyama Ocalan belav kir: Armanc avakirina Komara Demokratîk e

PeyamaKurd – Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê, hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re eşkere kirin. Şandeyê ragihand ku Ocalan tekezî li ser “Qanûna Aştiyê” û “Komara Demokratîk“ kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku roja 2yê Kanûna Pêşîn a 2025an, hevdîtineke 4 demjimêrî bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin.

Hewldanên sabotajê hene”

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan bal kişandiye ser nîqaşên dawî û hewldanên astengkirina pêvajoyê. Ocalan diyar kiriye ku “mekanîka darbeyê” wekî adetekê li dijî çareseriyê derdikeve, lê îradeya siyasî û civakî ya ji bo derbaskirina vê rewşê xurt e.

Pêşniyara Qanûna Aştiyê”

Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiriye ku derxistina “Qanûna Aştiyê“ ji bo Tirkiyeyê giring e û wiha gotiye:

Daxuyaniya me ya 27ê Sibatê di vî warî de bernameyeke rêberiyê ye. Ev qanûn dê bibe qanûna derbasbûna sedsala aştiyê.”

Di daxuyaniyê de peyama her wiha Ocalan gotiye:

Ev pêvajo, pêvajoya misogerkirina beşdariya Kurdan a di komarê de bi rêyên yasayî û avakirina komareke demokratîk e ku xwe dispêre yekîtiya civakî ya herî berfireh.”