PeyamaKurd – Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Nûnerê Slovenyayê Samuel Zbogar, derbarê daxwazên xweseriyê yên Kurd, Durzî û Elewiyên li Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng dan.
Zbogar di bersiva pirsên Rûdawê de tekez kir ku her cure nîqaşên li ser xweserî û şêwazê rêvebirinê "mijarên navxweyî yên Sûriyeyê ne". Wî diyar kir ku proseya siyasî divê bi pêşengiya Sûriyeyê be û xwedî lê derkeve.
Her çend Zbogar zilm û siyasetên berê yên li dijî Kurdan (wek bêparhiştina ji nasnameyê) qebûl kir jî, hişyarî da ku "çareseriyên ji derve tên ferzkirin, bi gelemperî têk diçin." Li gorî Zbogar, divê çareserî di hundirê welat de were dîtin, ne bi destwerdana welatên biyanî.