Serokê Parlementoya Lubnanê: Êrîsên Îsraîlê metirsiya serekî mezin diafirînin

Dîroka Weşanê :
Serokê Parlementoya Lubnanê: Êrîsên Îsraîlê metirsiya serekî mezin diafirînin

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî, di hevdîtina xwe de ya li gel şandeya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hişyariyên tund dan û ragihand ku êrîşên berdewam ên Îsraîlê metirsiya şerekî mezin diafirînin.

Berriyê danûstandkarê sereke yê agirbesta 27ê Mijdara 2024an e, ji şandeyê re got ku pêvajoya dîplomatîk ketiye xeterê. Wî tekez kir ku danûstandin “di bin agirê Îsraîlê de” nikarin bidomin û hişyarî da ku ev rewş dibe sedema ji nû ve destpêkirina şer.

Di civînê de hat destnîşankirin ku Lubnanê ji destpêka agirbestê ve “hemû erkên xwe bi cih aniye”. Lê belê, Berrî Îsraîl bi pêkanîna êrîşên yekalî, girtin û binpêkirina rêkeftinê tawanbar kir.