Tora Çavdêriyê ya Hilbijartinan li Iraqê Gelek Binpêkirin Tomar Kirin

Dîroka Weşanê :
Tora Çavdêriyê ya Hilbijartinan li Iraqê Gelek Binpêkirin Tomar Kirin

PeyamaKurd – Tora Çavdêriyê ya Hevpeymaniya Rêxistinan, rapora xwe ya derbarê gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de aşkera kir û ragihand ku gelek binpêkirin û kêmasî hatine tomarkirin. Yek ji kêşeyên herî berbiçav, derxistina çavdêran ji navendên dengdanê, bi taybetî li paytext Bexdayê bû.

Nûnerê Tora Hevpeymaniyê, Hogir Çeto, di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê diyar kir ku wan bi 5 hezar û 89 çavdêran li seranserê Iraqê çavdêriya pêvajoya hilbijartinê kirine û di nava 11 saetên dengdanê de 18 hezar û 168 raporên cuda şandine.

Çeto da zanîn ku li gorî kartên biyometrîk, rêjeya beşdariya di hilbijartinan de %56 bûye.

Tora çavdêriyê hejmarek binpêkirinên cidî tomar kirine ku bandor li ser zelaliya pêvajoyê kirine. Binpêkirinên sereke wiha ne:

  • Propagandaya Nedilxwaz: 501 bûyerên propagandaya hilbijartinê li nêzîk û nav navendên dengdanê hatine tomarkirin.
  • Derxistina Çavdêran: Di 359 bûyeran de rê li ber çavdêran hatiye girtin ku bikevin navendên dengdanê yan jî ji navendê hatine derxistin, ku ev yek bi awayekî taybet li Bexdayê qewimiye.
  • Têkeliyên Teknîkî: Li 48 navendan, di navbera hejmartina destî û ya elektronîkî de cudahî hebûn. Her wiha li 49 navendan pêvajoya dengdanê ji ber sedemên teknîkî û ewlehiyê rawestiya.
  • Bikaranîna Telefonên Destan: 382 bûyerên bikaranîna telefonên destan di nav navendên dengdanê de hatine qeydkirin.
  • Tundûtûjî û Zext: Li %41ê bajar û bajarokên Iraqê bûyerên tundûtûjiyê hatine dîtin. Her wiha, 327 bûyerên astengkirina çavdêran û zexta li ser dengdêran, nemaze li navend û başûrê Iraqê, hatine raporkirin.
  • Pirsgirêkên dengdan 285 kes tevî ku xwedî prosedurên dengdanê bûn, nekarîn dengê xwe bidin.

Hogir Çeto her wiha destnîşan kir ku li hin cihan dengdana komî hatiye dîtin, ku sê-çar kes bi hev re diçûn kabîneyên dengdanê. Van hemû kêmasiyan guman li ser paqijiya hilbijartinan zêde kirine.