PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, nameyek ji Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog re şand û daxwaz kir, ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, di lêpirsînên gendeliyê yên derheqê wî de efûyeke tam were derxistin.
Trump, di nameya fermî ya ji Ofîsa Serokatiya Îsraîlê re hatiye şandin de, ji Herzog daxwaz kir, Netanyahû ji dozên gendeliyê were efûkirin.
Trump wiha got: "Piştî ku dewleta Îsraîl û gelê Cihû qonaxa dijwar a 3 salên dawî tecrûbe kirine li dû xwe dihêlin, ez bang dikim ku hûn Binyamin Netanyahu, ku di dema şer de bi awayekî dijwar û bi biryar rêberî kir, efû bikin.
Divê hûn bala wî bi awayekî nehewce negerînin ser rêyên din. Her çend ez rêzeke bêguman ji serxwebûn û pêwîstiyên sîstema dadmendiyê ya Îsraîlê re nîşan bidim jî, ez difikirim ku ev doza li dijî Netanyahu tê meşandin, lêpirsîneke neheq û siyasî ye. Isaac, em têkiliyeke hêja didomînin. Ji meha Çileya ku ez hatim ser kar ve, baldarîya me vegera dîlên Îsraîlî bo malên xwe û peydakirina peymana aştiyê bû. Ji ber ku me ev destkeftiyên bêhempa bi dest xistin û Hemas kontrol kir, êdî dem hatiye ku Netanyahu were efûkirin, rê bidin wî ku Îsraîlê bike yek û dawî li vî şerê hiqûqî bîne."