PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya DYAyê di ser malpera hukumeta DYAyê ya fermî de ragihand ku nûnerên her sê dewletan li Parîsê civînekî pêk anîne û daxwuyaniya hevbeş ya li jêrê dane û daxwuyanî ji aliyê her sê dewletan de hatiye dayîn.
“Di bin desthilata DYA de, di asta bilind de rayedarên Îsraîlê û Sûriyê li Parîsê civiyan. Serpereştiya Rojhilata Navîn ya serokê DYAyê ya Donald J. Trump; derfetê da desthilatdariya Sûriyê û îstîqrara wê, ewlehiya Îsraîlê û bo her dû welatan rêzgirtina ji bo refahê re. Dewleta Îsraîlê û Komara Ereb ya Sûriyê (teref) li ser armancên li jêrê li hev kirine:
Her dû teref ji bo her dû welatan bo ewlehiya mayînde û nîzamkirina îstîqrarê bo bidest bixin, hewlên xebatên xwe car din erê (teyîd) dikin.
Her dû teref jî, di bin çavdêriya DYA de parvekirina îstîxbaratê, kêmkirina gengeşeyên leşkerî, di mijarên têkiliyên dîplomatîk û afirandina derfetên bazirganî de bo koordinasyona lezgîn û daîmî hêsan bikin, biryarê dane ku beşekî hevpar ji her dû welatan ava bikin.
Ev mekanîzam ji bo nelhevkirinekî yekser çareser bikin û ber li têgihiştinên şaş bigrin, wê ev beş wezîfa platformê bibîne.
DYA, vê pêngavê bi erênî qebûl dike û biryardare ku bo li Rojhilata Navîn aştiyekî mayînde bike û destekê dide bicîhkirina vê têgehê. Eger neteweyên desthilatdar bi rêz û berhemdar hevkariyê bikin, wê refah derê ortê.
Ev belavoka hevpar, riha civîna îro ya mezin û di dahatûya nifşên bê de, têkiliyên di berjewendiyên wan de, nîşan dide ku biryardarin rûpelekî nûh vekin.”