PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Demkî ya Sûriyê ragihand ku di operasyoneke taybet de li parêzgeha Tartûsê, şaneyeke çekdar a girêdayî Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê hatiye têkbirin û serokê wê, Ebdulxenî Kessab, ligel hejmarek endamên din hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê wezaretê Nûredîn el-Baba ve hatiye dayîn, Ebdulxenî Kessab weke "yek ji baskên îdeolojîk ên herî çalak ên Pasdarên Şoreşê" tê pênasekirin. Hat diyarkirin ku Kessab bi salan li Helebê çalak bûye, ciwan ji bo armancên derve berhev dikirin û xwe weke "kesayetiyek mehdî û xwedî parêzbendiya manewî" dida nasîn.
Rêveberê Ewlekariya Navxweyî yê Tartûsê, Kolonel Ebdulmecîd Ebdulel, ragihand ku operasyon şeva Çarşemê li herêma Şêx Bedir pêk hatiye. Di encama serdegirtinê de, hejmareke zêde çek, teqemenî û materyalên dijîtal hatine desteserkirin.
Lêpirsînên destpêkê eşkere kirine ku ev şane di salên dawî de destê wê di zêdetirî 20 bûyerên kuştin, revandin û êrîşên li dijî sivîlan de hebûye. Ebdulel her wiha da zanîn ku kom bi piştgiriya mîlîsên mezhebî yên ji derve dihat fînansekirin û hewl dida ciwan û zarokan ji bo xizmetkirina ajandayên biyanî bikar bîne.
Ev operasyon tenê çend roj piştî têkbirina şaneyeke din a bi heman rengî li Tartûsê pêk hat. Di wê operasyonê de jî, ku girêdayî bermahiyên "Nîzam-î Baîd" bû, sê kes bi navên Xalib Salih, Heyder Şedad û Mihemed Refîq hatibûn girtin.
Karbidestên Sûriyê diyar kirin ku lêpirsîna li ser Ebdulxenî Kessab û tora wî berdewam dike û tê payîn ku piştî analîzkirina belgeyên hatine desteserkirin, têkiliyên wan ên derve jî bi berfirehî werin eşkerekirin.