Wezîra karên derve ya Grönlandê ji wezîrê DYAyê Rubio daxwaz hevdîtinê kir

Dîroka Weşanê :
Wezîra karên derve ya Grönlandê ji wezîrê DYAyê Rubio daxwaz hevdîtinê kir

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Grönlandê Vivian Motzfeldt ragihand ku xwestiye bi wezîrê karên derve yê DYA Marco Rubio re hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de wê wezîrê karên derve yê Danimarkayê jî hebe.

Vivian Motzfeldt di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku piştî serokê DYAyê Trump li ser Grönlandê hinek gotinan gotiye, bi wezîrê karên derve yê DYA yê re ketine nav pêwendiyan.

Motzfeldt, xwestiye di wextekî nêz de bi Rubio re hevdîtinê bike û plan kiriye ku wezîrê karên derve yê Danimarkayê Lars Lokke Rasmussen jî di civînê de hebe.

Motzfeldt got ku berê jî xwestiye bi Rubio re hevdîtinê bike lê daxwaza wê nehatiye cîh.

Grönland bo DYAyê ciyekî stratejîke û Trump gotibû ku girav ji aliyê Rûsya û Çînê de ji ber hebûna xwe ji wan deveran zêde kirine, ji aliyê ewlehiya Amerîka de pêdivî bi Grönlandê heye.

Grönland giravekiye û otonome lê girêdayê Danimarkayê. Berê DYA daxwaz kiribû ku wê derê bidin DYAyê lê Grönlandê ew red kiribû.