PeyamaKurd- Endamê KongreyaAmerîkayê Joe Wilson ragihand ku, erkê dadwerîyê çespandina qanûnê ye, ne destxweşîkirina li wan kesên ku ev bi salan e li derveyî qanûnê dixebitin e.
Wilson îro Yekşemê 21ê Kanûnê li ser hesabê xwe yê Xê got: “Ew spasdariya ku Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê pêşkêşî desteyên çekdar kir, ji ber "bizava nehiştina çekên wan", ne tenê îfadeyeke hêsan e, belkî li ser têkçûna bêalîbûna dezgeha herî girîng a dewletê îfadeyeke xeter e.”
Endamê Kongreya Amerîkayê diyar kir: “Ev ziman ne zimanê dezgeheke destûrî ye ku erkê wê parastina qanûnê be, belkî nîşana têkiliyeke veşartî û berdewam e di navbera Serokatiya Dadweriyê û desteyên milîsan de.”
Joe Wilson da zanîn: "Di bingehên dewletsaziyê de, desthilata dadweriyê ya serbixwe ne tenê spasiya komên çekdar nake, belkî kiryarên wan ên siyasî û leşkerî jî nanirxîne. Erkê dadwer çespandina qanûnê ye, ne ku destxweşîkirina li wan kesan e yên ku ev bi salan e li derveyî qanûnê dixebitin.”
Wilson got: “Ev serederî nîşan dide ku lûtkeya desthilata dadweriyê li Iraqê li şûna parastina serweriya qanûnê ji bo şandina peyamên siyasî di bin perdeya qanûnê de bûye platformek. Ev li ser dadperweriyê û qewareya dewletê bi xwe gefa herî mezin e û tenê wê yekê piştrast dike ku dadwerî li Iraqê ji erkê xwe yê rastîn dûr ketiye."
Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan dohî Şemiyê ragihand ku, desteyên çekdar gihîştine lihevkirinê ku çekên xwe bidin destê dewletê.
Zêdan, herwiha spasiya serkirdeyên komên çekdar kir, ku di çespandina serweriya qanûnê û veguhastina ber bi kiryara siyasî ve alîkar bûn û bal kişand ser ku niha pêdivîyeke neteweyî ji bo kiryara leşkerî nemaye.