WSJ: Îsraîlê xwest Washington gef û dirûsmên çekdarên Samê sermezar bike

Dîroka Weşanê :
WSJ: Îsraîlê xwest Washington gef û dirûsmên çekdarên Samê sermezar bike

PeyamaKurd- Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî ragihand ku helwesta tund a Îsraîlê li hember hikûmeta nû ya Sûriyê wekî “xalek nakokiyê ya kêmdîtî bi Washingtonê re” derketiye pêş.

Li gor Rojnameya Amerîkî, Trump “çareseriyek bilez” ji bo aloziyên bi dehan salan di navbera her du welatan de dixwaze.

WSJê diyar kiriye ku derheqê dîmenên ku Leşkerên Hikûmeta Veguhêz gefan li Îsraîlê dixwin, Îsraîl fikarên xwe gihandina Washingtonê.

Li gorî Wall Street Journal, Îsraîlê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwestiye ku ji Sûriyê bixwaze ku van dirûşmeyan şermezar bike.