Yekîtiya Ewrûpayê medya civakî bo zarokên ji 13 salî biçûktir qedexe dike

Dîroka Weşanê :
Yekîtiya Ewrûpayê medya civakî bo zarokên ji 13 salî biçûktir qedexe dike

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê medya civakî bo zarokên ji 13 salî biçûktir qedexe dike û ji bo zarokên di bin 13 salî de karibin medya civakî û vîdeoyan temaşe bikin, pêwiste îzna dê û bav hebe. Qanûn îznê dide zarokan ku ber li online bigre lê bo bergiriyê jî destekê dide çareseriyên dîjîtal.

Piraniya endamên Parlementoya Ewrûpayê pêşniyarê qebûl dike û destekê didin çareseriya dîjîtal jî. Bernamên ku mubtelatiyê çêdikin û yên weka leystikên şansê dê qedexe bikin. Laperên ku li pey rêznama YEyê neçin jî belkî qedexe bikin.

Li gor rapora Parlementoya Ewrûpayê; zarokên temenê wan di navbera 13-17 salê de ne, ji her seetê carekî li cîhazên xwe yên biaqil dinêrin. Kesên ne balixin jî çar yeka wan dema telefonên xwe yên biaqil bikartînin, tevgerên bi pirsgirêk û bê vate dikin.