Yerlikaya: Di sala dawî de 578,000 Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe

Dîroka Weşanê :
Yerlikaya: Di sala dawî de 578,000 Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 578,000 Sûrîyeyîyên ku ji şerê navxweyî yê li Sûrîyê reviyane û li Tirkiyeyê penaber bûne, di sala dawî de vegeriyane welatê xwe.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya li ser medyaya civakî parve kir ku di sala dawî de 578,000 Sûrîyeyî vegeriyane welatê xwe.

Yerlikaya di parvekirina xwe de vîdyoyek ji navendên hevrêzkirina vegerandinê jî vedihewîne û diyar kir ku vegerandin bi dilxwazî, ewle, bi rûmet û bi rêkûpêk pêk hatine.

Wezîr Yerlikaya destnîşan kir ku Tirkiye, di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de, di demên herî dijwar de ji bo Sûrîyeyîyan bûye çirayek hêviyê. Wî zêde kir, "Wekî ku me doh kir, em di pêvajoya vegerandina bi dilxwazî ​​de li kêleka xwişk û birayên xwe yên Sûrî ne."