Agirbesta Xezeyê diçe ber dengdanê

Agirbesta Xezeyê diçe ber dengdanê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro 18ê îlonê pêşnûmeya agirbesta li Xezeyê û rakirina bendên li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî bo bajar, dixe ber dengdanê.

Piştî NYyê ragihandibû ku li Xezeyê xela heye, ev pêşnûme hatibû amadekirin.

Armanca pêşnûmeyê agirbest û serbestberdana girtiyan e. Lê belê guman heye ku Fransa û Brîtanya li dijî vê pêşniyarê derkeve. Dîsa guman hene ku Amerîka wekî Hezîrana borî careke din pêşnûmeyê veto bike.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.