Amerîka: Divê hikûmeta Şamê nehêle DAIŞ bikeve Siwêdayê

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bal kişand ser bûyerên Siwêdayê ragihand, “Divê Şam rê li ber ketina DAIŞê û cîhadiyên din ên tundrev a nav herêmê (Siwêda) bigire û nehêle ew komkujiyan pêk bînin.”
Tevî ku Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bidawîbûna şerê li Siwêdayê ragihandiye jî hîn jî ji bajêr dîmenên şer belav dibin.
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê Xê bang li rêveberiya Şamê kir û xwest rê li ber komkujiyan bigire.
Marco Rubio got: “Amerîka di sê rojên dawî de derbarê geşedanên tirsnak û xeter ên li başûrê Sûriyeyê, bi Îsraîl, Urdin û rayedarên Şamê re di nav hewldaneke xurt de ye. Divê destdirêjî û kuştina mirovên bêguneh a ku qewimiye û hîn jî berdewam dike, bi dawî bibe. Eger rayedarên Şamê bixwazin derfeta avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, berfireh û aram a ku ji DAIŞê û kontrola Îranê azad be biparêzin, divê ew bi bikaranîna hêzên xwe yên ewlehiyê alîkariyê bikin da ku dawî li vê karesatê were anîn û rê li ber ketina DAIŞê û cîhadiyên din ên tundrev a nav herêmê bigirin û nehêlin komkujiyan pêk bînin.
Her wiha divê her kesê ku sûcên hovane pêk aniye, di nav de yên di nava refên wan de jî, berpirsyar bigirin û derxin pêşberî dadgehê.
Wekî din, divê şerê di navbera komên Durzî û Bedewiyan ên li herêmê de jî demildest bê rawestandin.”
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




