Bahçelî li dijî Îsraîl-Amerîkayê tifaqa Tirkiye, Rûsya û Çînê pêşniyar kir

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli, bi awayê nivîskî li ser rojevê daxuyanî da.
Bahçelî bertekeke tund ji êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê re û nîqaşên li ser Qudsê nîşan da û Îsraîl weke "dewleteke decal û rêgir" bi nav kir û got, "Qirkirina sedsalê pêk tîne".
Bahçelî bang li welatên Îslamî û civaka navneteweyî kir û got: "Divê li hemberî polîtîkayên kuştin û rûxandinê yên hevpar ên Amerîka-Îsraîl heta dawiyê berxwedan bê nîşandan. Divê Îsraîl li cîhanê were tecrîdkirin."
Bahçelî di daxuyaniya xwe de pêşniyara "îtîfaqa TRÇ" jî anî ziman û diyar kir, divê Tirkiye, Rûsya û Çîn bi hev re hevkariyê bikin û wiha got: "Ev li hemberî hevgirtina xerabî ya Amerîka-Îsraîl bijareya herî guncav e."
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.





