Belçîkayê Supaya Pasdarên Îranê xist lîsteya terorê

PeyamaKurd- Parlamentoya Belçîkayê îro 18ê Tîrmehê Supayê Pasdaran a Iranê xiste lîsteya Terorê û di heman demê de bang li Yekîtiya Ewropayê jî kir heman helwestê bigirin.
Biryara bo Supaya Pasdarên Îranê bi 135 dengên erê û 14 dengên bêalî ji aliyê Parlamentoya Belçîkayê ve hate pejirandin.
Hikûmeta nû ya Belçîkayê ya bi serokatiya Bart de Voor, ev helwest bi belgeyekê piştrast kir.
Di belgeya navborî de hate gotin, “Hikûmet piştgiriyê dide ku navê Sipaha Pasdaran di lîsteya rêxistinên terorîst ên Yekîtiya Ewropayê de were zêdekirin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye Supayê Pasdaran ku şaxek bihêz a hêzên çekdar ên Îranê ye, di sala 2019an de ji aliyê rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ve jî wekî rêxistineke terorîst hatibû ragihandin.
Amerîka û Kanadayê beriya niha bang li hevalbendên xwe yên Ewropî kiribûn ku heman biryarê ew jî li dijî Supayê Pasdaran bidin.
Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.




