Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka ji ber polîtîkaya Îsraîlê îstifa kir

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka ji ber polîtîkaya Îsraîlê îstifa kir

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka bo Rojhilata Navîn  Hala Rharrit, ji ber nerazîbûna xwe ya polîtîkaya Amerîka ya bo Îsraîlê di şerê Xezzeyê de îstifa kir.

Hala Rharrit ji sala 2022yan ve berdeviya Wezareta Derve ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikin.

Li gorî nûçeya Al Arabiyayê, Rharrit, ji bi hinceta polîtîkayên Amerîkayê yên bo Îsraîlê di şerê Xezzeyê de, karvekêşana xwe da ku 18 sal di bin banê Wezareta Derve ya Amerîkayê de kar dikir.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Vedant Patel piştî îstifayê daye zanîn ku wî nûçeyên derbarê îstifaya Rharrit de dîtine û ew naxwaze li ser vê meseleya takekesî şîroveyekê bike.

Ji destpêka êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmeha borî û êrîşên Îsraîlê bi ser Xezzeyê de, ev bû 3 rayaderên Wezareta Derve ya Amerîkayê ku îstifaya xwe didin.