Blinken li ser agirbestê bi biryar e

Blinken li ser agirbestê bi biryar e

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken bi biryar e ku di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de agirbestek ku ji bo serbestberdana dîl û girtiyan pêk tê, pêk bîne. Wezîrê Amerîkî tekezî li ser bilezkirina rêkeftinekê di navbera her du aliyan de kir.

Blinken di hevdîtina xwe ya bi Serokdewletê Îsraîlê Îshaq Herzog re got, "Em bi biryar in ku di van demên dijwar de jî bigihîn agirbestê û tavilê wê pêk bînin."

Blinken bal kişand ser wê yekê ku DYA bêyî planeke mirovî nikare destekê bide operasyona bejayî ya li Refahê, Blinken diyar kir ku planeke wiha ji Washingtonê re nehatiye pêşkêşkirin û got ku ji bo ku ji bejahî êrişî Refahê nebe ji Telavîvê re çareseriyên din pêşniyar dikin. Lêbelê, wî ev çareserî rave nekir.