CBS News: “Wê Trump ragihîne ku di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de lihevkirin bûye”

PeyamaKurd – Kanala Amerikan CBS Newsê ragihand ku 2 rayedarên DYAyê yên nexwestina navên wan bên aşkerakirin, wê Serokê DYAyê Trump li Koşka Sipî bi merasim di navbera serokê Azerbyeycanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan de peymanekî îmza bikin.
Wê her dû lîderên Azerbeycanê û Ermenistanê piştî hevdîtina li Ofîsa Oval de, peymanê îmza bikin. Rêvebiriya DYAyê wextekî dirêje li ser peymanekî hevpar ya di navbera her dû welatên navborî de dixebite.
Hat gotin ku wê sibê, di merasima îmzakirina peymanê de, di navbera her dû welatan de, peymanên hevpar yên aboriyê jî bikevin rojevê.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




