PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê di danişîna biryarê ya Doza Kobaniyê de ku Selahattîn Demirtaş jî di nav de 18 siyasetmedarên HDPê nêzî 8 sal in girtî têne darizandin de, ceza barand.
Selahattin Demirtaş bi giştî ji gelek dozan 42 sal ceza xwar. Wê girtî bimîne.
Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPê tên darizandin ku 18 ji wan girtî ne.
Di danişîna biryarê ya ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hate dîtin de, ji bo Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Şaredarê niha yê Mêrdînê Ahmet Turk û hejmarek kesên din ên bi hinceta bûyerên Kobaniyê yên 2014an hatibûn girtin, cezayê girtîgehê hate sepandin.
Biryarên dadgehê wiha ne:
*Ji bo Aysel Tugluk, Gulfer Akkaya, Bircan Yorulmaz, Beyza Ustun, AltanTan û Ayhan Bîlgen biryara beraetê hat dayîn.
*Ahmet Turk 10 sal cezayê girtîgehê wergirt. Ayla Akat Ata ceza xwar û tê berdan.
*Cezayê heta hetayê bi giştî 23 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li ser Fîgen Yuksekdag hate sepandin ku wê neyê berdan.
*Gultan Kişanak bi wergirtina 12 sal ceza hate berdan.
* Meryem Adıbelli 9 sal ceza xwar û tê berdan.
* Bulent Parmaksiz 23 sal ceza xwar, wê girtî bimîne.
* İsmail Şengül 16 sal ceza xwar û dê girtîmayîna wî berdewam bike.
* Günay Kubilay 20 sal û 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.
* Ayşe Yagci 9 sal ceza û tehliye.
* Nazmi Gur 22 sal û 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.
* Pervîn Oduncu 22 sal û 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.
* Sebahat Tuncel 12 sal ceza û tehliye.
* Selahattin Demirtaş 24 sal 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.