Daxuyaniya Îsraîlê: Cenazeyên ku hatine radestkirin ne yên rehîneyên winda ne

Daxuyaniya Îsraîlê: Cenazeyên ku hatine radestkirin ne yên rehîneyên winda ne

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku 3 cenazeyên ku duh bi şev ji Xezeyê bi dest xistine, piştî lêkolîneke dadwerî hat piştrastkirin ku ne yên tu welatiyên wan in ku ji aliyê Hemasê ve wek rehîne hatine girtin.

Têkildarî vê yekê, Enstîtuya Tiba Edlî ya Îsraîlê piştrast kir ku cendekên wergirtî ne yên tu yek ji rehîneyên Îsraîlî ne, tevî yên 11 kesên ku li gorî peymana agirbestê li benda vegerandinê ne.

Ji destpêka agirbestê ve, Îsraîlê berê cenazeyên 17 rehîneyên kuştî wergirtibû, ku 15 ji wan Îsraîlî, yek Nepalî û yek jî Taylandî bûn.

Malpera nûçeyan a Ynetê dabû zanîn ku texmîna Îsraîlê ya destpêkê ku ev cenaze yên Îsraîliyan in, "qels" bû. Her wiha hat gotin ku Îsraîlê ev nelihevhatina di radestkirina cenazeyan de wekî binpêkirina peymanê nedîtiye.

Hemasê beriya vê, 20 rehînên zindî serbest berdan, lê her du alî li ser radestkirina cenazeyên kuştiyan pevçûn. Îsraîlê got ku Hemas bi derengî cenazeyan radest dike, lê Hemasê bersiv da ku dîtina cenazeyên bin kavilan li Xezeyê pêvajoyeke demdirêj e.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.